Li girtîgehan bersiva pêkanîna dijmirovane: OHAL 2018-02-26 09:15:47   Leyla Ozkaynak-Evrîm Kepenek   STENBOL - Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine asta herî jor û  got: “Binpêkirinên di salên 90’î de ku me jiyan em niha jî dijîn. Dema em hinceta vê dipirsin, bersiva wan heye û ew jî OHAL e. Yanî niha tu hiqûq derbasdar nîne.”   Parêzer Eren Keskîn ku der barê wê de 143 doz hatine vekirin û ev 30 sale di têkoşîna mafê mirovan de cih digire, der barê binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan ku di pêvajoya OHAL’ê de zêde bûne nirxandin kir.   Erenê diyar kir ku jinên li girtîgehê her tim xwe di bin tacîzê de hîs dikin û li hinek girtîgehan derbasî pergala leşkerî bûne û wiha pê de çû: “Di dema jimartinê de dixwazin girtî rabin ser piyan. Dixwazin di dîsîplîna leşkerî de bisekinin.  Girtiyên vê qebûl nakin dernaxin hevdîtinê. Yanî em pêkanînên salên 90’î dijîn. Dema em bersiva vê dipirsin jî dibêjin OHAL e.  Yanî tu hiqûq li vir ne derbasdare.”   ‘Di tiştekî biçûk de qedexeya malbatî tînin’   Erenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema  girtiyên nexweş dibin nexweşxane û runiştinan,  leşker pêkanînên xerab pêk tînin û got: “Serlêdanên herî zêde ji girtiyên nexweş tê. Gelek girtiyên jin hene. der barê pêkanînên xerab yên leşkeran de serlêdan tên.  Dermankirina girtiyan tê astengkirin. Dibêjin OHAL heye.”   ‘Li dijî hemû peyman û rêbazên hiqûqê ye’    Erenê der barê îşkenca ‘pêkanîna cilên yek reng’ de jî nêrînên xwe anî ziman û got ew wek ÎHD’ê jî li dijî pêkanîna cilên yek reng têkoşîna xwe dimeşînin û got ev pêkanîn hem mîlîter û hem jî newekheve. Erenê bi lêv kir ku pêkanînên niha li girtîgehê hem li dijî hiqûqa navneteweyî hem jî hiqûqa hundire û şert û mercên 12’ê îlonê bi girantir tê meşandin.”   ‘Li dijî nasnameya zayendê êrîş heye’   Erengê her wiha der barê kesên LGBTÎ yên li girtîgehê di bin tecrîdê de tên girtin de jî axivîn û got rastî pêkanînên mafan tên û got ev kes ne tenê ji alî dewletê ve ji aliyê civakê jî ve rastî neheqiyan tên.   Biryarê dadgeh dide   Erenê ev tişt anî ziman: “Niha li girtîgehanbi hezaran kesên mafê azadiya fikr û ramanê bikar aniye hene. Em Demîrtaş mînak bidin.  Demîrtaş tenê ji ber tiştên ku îfade kiriye, niha li girtîgehê ye.  Mînak Mehmet Altan û Ahmet Altan. Van kesan di emrê xwe de çek negirtine. Lê ji ber ‘rabûna li çekê’ cezayê muebetê digirin.  yanî niha li Tirkiyeyê hiqûq tune. Di vê pêvajoyê de hemû dadger û dozger ditirsin.”