Serap: Bi OHAL’ê re tundiya li ser jinê zêde bûye 2018-02-24 09:03:17   Rojda Aydin   AMED - Endama Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê Serap Kiliç biryara beratê şermezar kir û got ku di OHAL’ê de tundiya li ser jinê gelek zêde bûye û jin gelek zêde rastî tundiyê tên.   Daneşîna 3'emîn a doza polîsê bi navê B.K. ku li dijî  jina bi navê M.B. li Mêrdînê îstîsmara zayendî kiribû di 8'ê Sibatê de li 1'emîn Dadegeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatibû dîtin û polîs B.K. yê êrîşkar hatibû beraetkirin. Endama Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê ( DAKAP) Serap Kiliç biryara beraetê ya derbarê B.K. de hat dayîn şermezar kir û anî ziman ku pîştî OHAL'ê pinpêkirina mafan gelek zêde bûye û herî zêde jin rastî tundiyê tên.   Serapê got ku du cureyên tundiyê ya li ser jinê hene. Ji van cureyan a yekem ew e ku dema siyasetmedar tundiya tê kirin ji rêzê û asayî bibîne tundiya li ser jinê jî zêde dibe û ev tişt got: “Cureya duyem a  vê tundiyê jî pêknanîna  hiqûqê ye. Ger ku di dadgehan de mafên jinan neyê parastin, qanûn jinan neparêze û ger ku di dozan de mêr tene bên parastin  ew jî tê wê wateyê ku mafê jinan yê hatiye bidestxistin jî ji destên wan tê girtin. Desthilatdariya ku tundiya li dijî jinan asayî dibîne vê hişmendiya xwe ya çewt di nava civakê de jî belav dike.  Ji ber vê jî em dibêjin ku qetilkirina jinan û her cureyê tundiya ku li dijî jinan tê kirin ne tesaduf e, polîtk e.”   'Mînaka vê ya balkêş li Mêrdînê hat jiyîn'   Serapê got ku tundiya ew behsa wê dikin mînakên wê gelek in û ji van mînakan ya herî balkêş jî ya li Mêrdînê hatiye jiyîn e û ev tişt got:" Jineke ciwan li Mêrdînê rastî tecawiza polîsekî hat. Li gel hemû hewldanan jî ji ber ku hiqûq nehat bi cih anîn polîsê tecawizkar beraet kir. Li rojavayê Tirkiyeyê tu rewşeke awarte tune ye lê li ser vê erdnîgeriyê rewşeke awarte heye û binpêkirinên mafan gelek zêde bûne. Dewlet kesên ku di bin banê wê de û ji bo serweriya wê dixebitin bê ceza dihêle.  Ev jî parçeyekî OHAL’ê ye.”