Daneşîna doza ku Sîbel Yigitalp jê dihat darizandin hat taloqkirin! 2018-02-22 13:38:04   AMED - Daneşîna doza ku parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp jê dihat darizandin û derbrê wê de heta 28 salan cezayê girtîgehê tê xwestin hat dîtin.   Der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp ji ber ku beşdarî daxuyaniyên çapemenî û meşan bûye ji 11 salan heta 28 salan doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Sîbel bi îdayên “Endama rêxistinê ye”, “Propagandaya rêxistinê kiriye”, “Li dijî qanûnê bêçek beşdarî meş û civaînan bûye”, “Gel li dijî qanûnan sor kiriye" tê darizandin.    Sîbelê beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê amade bûn. Sîbel di 8’ê sibata 2016’an de beşdarî meşa ji bo li dijî qedexeya derketina kolanan a Sûrê bûbû. 18 polîsan têkildarî meşe girtek îmze kiribûn. Ev polîs di danişînê de hatin guhdarkirin. Hin polîsan got ku nayê bîra wan Sîbelê beşdarî meşê bûye yan jî nebûye û nayê bîra wan ka anons kirine yan jî nekirine. Piştre dozgerê dozê mutala xwe da û daxwaz kir ku kêmasiyên dosyeya dozê bên temamkirin.    Pişt re heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin danişîn taloqî meha îlonê kir.