Dadgehê 'îstîsmara zayendî ya sîstematîk' zivik dît 2018-02-21 09:32:54   Safiye Alagaş   AMED - Ji bo N.D yê ji sûcê 'îstîsmara zayendî ya zarok' yê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê negirtî dihat darizandin, biryara bi hincet ya cezayê girtîgehê ya 12 sal û 6 mehan hat aşkerakirin. Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de diyar kir ku gumanbarê zarok îstîsmar kiriye sûcê 'îstîsmara zayendî ya zivik e'.   Li Amedê di dema borî ya perwerdê mamosteyê rehberê kaxiz da zarokan û xwestin bûyerên bi ser wan de derbas bûne binivîsin.  Xwendekarekî li polê, got bûyerek girîng bi serê wê de hatiye û naxwaze binivîse. Mamoste gazî xwendekar kir û bûyer jê pirsî.  Piştre kaxizek vala dayê û xwest tişta hatiye serê wê binivîse.  Zarok diyar kir ku ji 8 saliya xwe heta niha rastî îstîsmara zayendî ya kesê di mobîlayayê ya taxa wan de dixebite tê.   Mamoste ji malbatê re ragîhand   Zarok diyar kir ku herî dawî di îlona 2016'an de rastî îstîsmara wî mêrî hatiye û mamoste ji malbatê re vegot. Malbata zarokê mêrê bi navê Nurullah D. gilî kir.   Nurullah D. yê hat binçavkirin bi kontrola şerta edlî hat berdan.  dozgeriyê lêpirsîn da detspêkirin ji sûcê 'îstîsmara zayendî ya zarokan' ji 8 salan heta 15 salan daxwaza ceza îdianame hat amadekirin.   Îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî    Di îdianameya ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatiye qebûlkirin de hat gotin ku zarok ji 8 salî heta 12 salî  3 rastî îstîsmara zayendî ya hatiye.  Dozger got îfada zarokê yên bûne şahid jî hatiye girtin û şahidan jî bûyer piştrast kirine.  dozger xwest Nurullah D bê cezakirin.   Dadgehê biryara xwe ya bi hincet aşkera kir û  ji sûcê 'îstîsmara zayendî ya li hember zarokê' 12 sal û 6 meh ceza birî. Lê di biryara bi hincet de îfadeyên 'îstîsmara zayendî ya zivik' hat bikaranîn.