Ji şopa tiliyan a li ser banda koliyê derketiye 8 sal ceza 2018-02-20 10:03:18   Safiye Alagaş    AMED - Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê îdia kir ku li ser banda kolî ya li ser madeya teqemeniyê ya li xaniyekî xerabe yê taxa Muradiyeyê di 14’ê Sibata 2016’an de hatiye desteserkirin de, şopa tiliyên zarokê bi navê M.S.B yê 17 salî hatiye dîtin û 8 sal û 8 meh ceza lê birî.    Li Amedê di 7’ê îlona 2016’an de kesekî nasnameya wî ne diyar telefonî polîs kir û îdia kir ku zarokê bi navê M.S.B ‘endamê rêxistinê ye’ û li taxa Kaynartepe ya Baglar a Amedê tevlî bûyeran bûye û li kolanek ku navê wê nizane bi çekan digere. Li ser îxbarê polîs zarok binçav kir. Piştre lêpirsîn hat destpêkirin û polîsan di 14’ê Sibata 2016’an de li taxa Muradiyeyê di xaniyekî xerabe de poşetekî ku tê de Molotof heye dît. Lê di lêkolîna hatiye kirin de hat îdiakirin ku şopa tiliyên destê rastê yê M.S.B. li ser banda koliyê ya poşet heye. Îfadeyên şahidê veşarî esas hat girtin Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên şahidên veşarî aşkera wek delîl xistin dosya lêpirsînê.    Piştî îfadeya li dozgeriyê der barê M.S.B. bi îdiaya ‘madeyên bi xetere bê destur li cem xwe hiştin’, ‘ endamtiya rêxistina çekdarî’ îdianame hat amadekirin. M.S.B. di parastina xwe de sûcdarî red kir û diyar kir ku ji sala 2015’an de hişbirê bi kar tîne û ji ber vê çûye taxê. M.S.B. got ji bo bikaranîna tiryakê çûye avahiyê û kesê bi navê Z. Hatiye avahiyê û poşet daye wî û piştî hatiye binçavkirin hîn bûye ku Molotof di poşet deye. Her wiha got tu têkiliya wî bi rêxistinê re tune û tevlî çalakiyan nebûye.    M.S.B di 7’ê Kanûna 2017’an de di runiştina li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de 8 sal û 8 meh ceza girt. Hat gotin ku şopa tiliyên wî li ser banda koliyê ya li ser madeyê hatiye dîtin. Parêzerên M.S.B. îtîrazî ceza kirin û dosya şandin dadgeha îstînafê.