Necla Yildiz: Li ser îdayên medyaya hawiz hatin cezakirin 2018-02-16 12:20:16       ENQERE - Necla Yildiz a ku bi îdaya "endama rêxistinê ye" 9 sal cezayê gitîgehê lê hat birîn diyar kir ku nûçeyên derbarê wê de di çapemeniya hawiz de hatin weşandin ên wekî "bombeya zindî ye" ew kirine hedef û di vî warî de pêvajoya jiya wiha vegot:" Bi riya çapemeniyê ez hîn bûm ku navê min ê ji aliyê malbatê ve li min hatiye danîn 'Rojda' nasnavê min e, min li Rojava perwerde dîtiye û ji bo ku çalakiyê pêk bînim hatime Tirkiyeyê."   Necla Yildiz, ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ye û 9 sal ceza lê hatiye birîn, bi nameya xwe ya ku ji ajansa me re şand binpêkirinên mafan ên li hemberî wê hatin kirin vegot.  Necla diyar kir ku dema hatiye binçavkirin tu sedem nehatiye nîşandan, piştî ku hatiye girtin hîn bûye ku  ji ber "bombeya zindî ye" hatiye girtin û di nameya xwe de anî ziman ku ji ber medyaya hawiz ew hedef nîşan daye vê hedefnîşandanê bandor li ser biryara darazê kriye û hatiye ceza kirin.   Necla diyar kir ku di 6'ê gulana 2016'an de bêyî tu sedem bê nîşandan hati binçavkirin, 3 rojan di bin çavan de maye û wiha berdewm kir: "Rojda navê min ê ku malbata min li min danî ye. Lê ev navê min wekî nasnav di girtekan de cih girtiye û hatiye îdakirin ku min li Rojava perwerde dîtiye û ji bo ku çalakiyê bikim hatime Tirkiyeyê.  Li gel vê di kanalên neteweyî yên tirk de derbarê min de nûçeyên deqeya dawîn hatine dayîn, ev nûçeyên derew wekî ku rast bin hatine lansekirin."   'Van îdiayan bandor li ser dadgehê kirin'   Neclayê di nameya xwe de diyar dike ku pêvajoya dadgehkirina wê di demeke kurt de hat kirin, di 22'yê çileya 2017'an de bi 9 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin û  dema ku cezayê lê hatibû birîn şandibûn daraza bilind hin saziyên medyayê dîsa nûçeyên derew ê derbarê wê de kirine rojevê.  Neclsa di berdewamiya nameya xwe de wiha got: "Ji ber ku çapemeniyê nasnameya min aşkera kir ez bi awayekî ji bo lînçê hatim pêşkêşkirin. Dibû ku ez nehatama cezakirin û bihatima tahliyekirin jî. Weşandina nûçeyên bi vî rengî bandor li ser dadgehê kirin. Ji xwe dadgeh bê hiqûqî bi encam bû. Lê ez dibêjim ku nûçeyên derabarê min de di çapemeniyê de hatin weşandin bandor li ser dadgehê kirin."   Herwiha Necla, di dawiya nameya xwe de diyar dike ku ew ê derbarê saziyên çapemeniyê yên ku nûnçeyên derew derbarê wê de weşandin serlêdana sûc bike.