Der barê Feleknas Ucayê de 4 fezlekeyên nû hatin hamadekirin 2018-02-16 09:19:41     Safiye Alagaş    AMED - Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca de, bi hinceta axaftinên wê yên di daxuyaniyên çapemeniyê û civînan de yên di dîrokên cuda de pêk hatine, 4 fezlekeyên nû hat amadekirin. Fezlekeyên hatin amadekirin ji bo pêşkêşî TBMM’ê bê kirin şandin Wezareta Dadê.    Hemû axaftinên di civîn û mîtîngan de yên Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, heta niha sûc hatin hesibandin û der barê wê de bi dehan fezleke hatin amadekirin. Der barê Feleknasê de bi heman hincetê 4 fezlekeyên nû hat amadekirin. Di 21’ê cotmeha 2016’an de ji aliyê Navenda Giştî a DBP’ê ve bi tevlîbûna parlamenter û hevşaredaran li Salona Sporê ya Şaredariya Kayapinarê civînek çapemeniyê ya girtî pêk hat. Piştre der barê civîna çapemeniyê de agahdarî hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî civînê parvekirinên li ser çapemeniya civakî referans girt û der barê Feleknasê de axaftina wê hincet hat nîşandan û lêpirsîn hat destpêkirin.    Axaftinên Feleknasê yên wekê ‘Dagirkerên li dijî têkoşîn û gelê rêxistinkirî ketine krîzê, di bin navê plana têkbirinê de ketine amadekariya qirkirinê. Şoreşa li Rojava û serkeftina piştî hilbijartina 7’ê hezîranê, Erdogan li dijî kurdan êrîşek mezin da destpêkirin. Em wek îrada rêxistinkirî ya gelê kurd, li dijî êrîşkariya dawî seferberiya berxwedanê îlan dikin’ kirin hinceta lêpirsînê.   Dozgeriyê biryarên di civînê de hatine girtin û parvekirina nûçeyan nirxand û der barê Feleknasê de bi îdiaya ‘biçûkxistina komara Tirkiyeyê’, ‘li dijî serokomar heqeret’, ‘pesnê sûcdar dayîn’, ‘propagandaya rêxistinê kirin’ fezlekeyek amade kir. Fezleyeke din ya der barê Feleknasê de hatiye amadekirin ji ber tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî êrîşên Şengal û Rojava pêk hatiye bûye, hat amadekirin. Fezlekeya sêyemîn jî ji ber tevlî mîtîna 1’ê Gulana 2017’an a Amedê bûye û bi Kurdî axiviye û bi îdiaya ‘hikûmet û dewleta tirk biçûk xistiye’ hat amadekirin. Fezlekeya çaremîn jî bi hinceta axaftina wê ya bi Kurdî ya di 21’ê cotmeha 2017’an de li ber HDP’a Yenîşehîrê kiriye hat amadekirin.