Li dijî mêrê îstîsmara zayendî pêk anî, li edeletê digere! 2018-02-14 09:41:32   Safiye Alagaş    AMED - K. ya ji aliyê bavê xwe M. ve dema zarok bû rastî îstîsmara zayendî hat, piştî salan şûnde gilî kir. K. diyar kir ku xwişka wê jî bi heman hincetê di salên borî de gilî kiriye lê îfadeya wê bi zor hatiye vekişandin. Daxwaza K. ev e ku mêrê ew îstîsmar kiriye ceza bigire.    Jina bi navê K. ya li Lice ya Amedê dijî di meha mijdarê ya 2007’an de li mêrê bi navê M. ku bavê wê bû û di zarokatiya wê de ew îstîsmar kiribû, gilî kir. Piştî gilîkirinê K. li stargeha jinan hat bicihkirin û lêpirsîn hat destpêkirin. M. hat binçavkirin û girtin. K. îfade da dozgeriyê û got mêrê ku bavê wê ye her tim ew tacîz kiriye û îstîsmara zayendî lê kiriye û piştî mezin bûye parastina cewherî pêk aniye û xilas bûye.    7-8 sal berê ji heman sûcî gilî kiriye    M. yê îfade da jî sûcdarî red kir û got keça wê E. jî 7-8 sal berê bi heman awayî li wî gilî kiriye û beraet kiriye. Z. ya îfadeya wê hat girtin, got bavê wê ew îstîsmar nekiriye. M. piştî îfadeyan hat girtin û 24 roj şûnde hat berdan. dozgeriyê hemû belgeyên lêpirsînê nirxand û der barê M. de ji sûcê ‘êrîşa zayenda hêsan’ bi daxwaza ji 6,5 salan heta 10 salan ceza îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekemîn di meha Gulanê de tê dîtin.    ‘Îfada xwişka min bi zorê vekişandin’    K. diyar kir ku mêrê ku bavê wane bi salan îstîsmara zayenî li wan kiriye û got xwişka wê jî 7-8 sal berê gilî kiriye lê dayika wê çûye dozgeriyê û gotiye ‘ ji ber bavê wê nedaye hezkiriyê wê hatiye gilî kiriye’. K. got îfada xwişka wê bi zorê vekişandine.    ‘Ez nekarîbûm bêdeng bimînim’    K. got li ser tehdîdên M. xwişka wê îfada xwe şûnde kişandiye û got heman rewş hatiye serê wê û nexwestiye bêdeng bimîne. K. diyar kir ku xwişka wê ya 17 salî jî rastî îstîsmara M. hatiye û got bi çavên xwe dîtiye û hewl daye pêşî lê bigire û got: “Dema min got ez gilî dikim ne dayik û ne jî birayê min piştgirî nedan min. Divê rêxistinên jinan me tenê nehêlin û xwedî li dozê derkevin. Divê ev mêr bê cezakirin.”