Dozgeriyê ji bo Meral Daniş Beştaş 25 sla ceza xwest 2018-02-13 13:40:18       AMED - Ji bo parlamentera HDP'ê  ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ji doza ku jê tê darizandin heta 25 salan ceza hat xwestin.   Bi hinceta tev li protestoya Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ku di 2014'an de ji bo Kobaniya ku di bin êrîşa DAIŞ'ê de bû kir û protestokirina "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê bûye, der barê Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê de doz hatibû vekirin. Danşîna 4'emîn a doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Amedê pêk hat de, Meral bi "endamtiya rêxistinê", "Tehrîkirina ji bo sûc", "Beşdarbûna meş û civînên derî qanûnê" û "Teşwîqkirina gel a ji bo meş û civînên derqanûnî" tê tawanbarkirin. Meral tevli danişînê nebû, tenê parêzerên wê li danişînê amade bûn.    Di dnaişînê de dozgerê danişînê mutala pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozger diyar kir ku Beştaş Parlementera HDP'ê ya Edeneyê û endama MYK'ê ya HDP'ê ye û bangawazî li ser hesabê Twîtterê yê fermî yê HDP'ê hatiye kirin û biryar biryara MYK HDP'ê ye. Ji ber vê dozgerê danişînê îdia kir ku Meralê li gor "fermana rêxistinê" tev geriyaye û ji ber vê ew bi "endamtiya rêxistinê" û "tehrîkirina ji bo sûc" tawanbar kir û xwest ji 11 salan heta 25 salan meral bê cezakirin.    Paşê Parêzer Mehdî Ozdemîr axivî û got ji bo bê tespîtkirina ka biryar ji aliyê MYK'ê ve hatiye dayîn an na, divê dosyeya doza ku Selahattîn Demîrştaş jê tê darizandin bê û wek şahid Selahattîn Demîrtaş bê guhdarîkirin. Parêzeran ji bo li hemberî mutalaayê parastinê bikin doza demê kirin.   Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê da û biryar da ku di danişîna bê de daxwazên parêzerên Beştaşê bên nirxandin.    Doz taloqî meha Nîsanê hat kirin.