Bersûcê îstîsmarê bi parastina ‘terorîst’ beraet kir 2018-02-08 14:58:32   AMED - Li Amedê, zilamê bi navê H.O yê 58 salî ku bi hinceta îstîsmara li dijî zarokekê hat darizandin, parastin kir û îdîa kir ku ji ber xizmên zarok “Terorîstin” bêbextî li wî kiriye û beraet kir.   Li gorî nûçeya Ajansa Jinê  JINNEWS'ê, li Amedê zilamê bi navê O.H. ê 28 salî, di 28’ê Hezîrana 2016’an de ji zaroka G.A. ya li heman taxê dijin xwest poşetên di destên wî de bibe mala wî. Li ser vê yekê zarok girîya û ji dayîka xwe re got naxwaze biçe. Gava dayîka zarok xwe aciz kir û xwest bibe, zarok ji dayîka xwe re got H.O. tecawîzê wê kiriye. Dayîk li ser vê yekê çû midûryeta polîsan û gilî kir.    'Rastî îstîsmara zayendî hatim'   Piştî bûyerê polisan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, di çavdêriya pedagog de îfadeya zarok hat girtin û zarok diyar kir ku gava wê firaxên xwarinê paşve ji H.O. re birin rastî îstîsmara zayendê hat û ji ber ku tirsiya ji malbata xwe re negot. H.O. di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û di îfadeya xwe de sûcdariyan red kir. Ji ber vê H.O. bi şertê kontrola edlê hat berdan. Der barê H.O. de bi sûcdariya “Tecawîzê zarok kirin” û “Bi armanca zayendî zarok ji azadiya wê kirin” îdîname hat amade kirin û heya 23 salan cezayê girtîgehê jê re xwestin.    Dema bersûc dît giriya   6’emîn Dadgeha Cezayê Girtan a Amedê îdîaneme qebûl kir û dest bi darizandin bersûc H.O. yê serbest tê darizandin kir. Gava ku bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, zarok a di salona dadgehê nekarî xwe bigire û giriya.     Got terorîst in   Bersûc H.O. parastin kir û wiha got: “Bêbextiyê li min dikin. Ev bêbextiy dayîka wê ye. 2 pismamê min cerdevan in. Ji ber vê yekê dayika mexdûr bûye dijminê min. Tu eleqeya min bi vî sûcîre tuneye. Xizmên dayîka zarok terorîst û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku min ji wê re got ‘xizmê te terorîste, polîs û leşkeran şehîd dixe, dê neçe cinnete.’ Ev bêbextî li min kir.” Bersûc bi van gotinên xwe ji sûc xelas bibe.   Beraet kir   Dozger jî herî dawî mafê axaftinê girt û beraeta bersuc xwest. Parêzerê Wezaret Polîtîkayên Civakî û Malbatê Remzî Atalay jî xwest bersûc bê cezakirin. Şandeya Dadgehê bi îdîaya delîlek şenber tune ye biryara beraeta H.O. û ji xezîneyê jî ji bo lêçûnên parêzer 4 hezar û 360 TL bêdayîn, da.