'Divê gumanbar ji sûcê îstîsmara bi zanbebûn bê darizandin' 2018-02-07 09:40:01   Safiye Alagaş   AMED - Mêrê bi navê M.Ç. ku li Farqînê zarok îstîsmar kir ji sûcê ‘îstîsmara zayendî yê li zarok’ 25 sal ceza girt û mêrê bi navê A.T. jî  ji sûcê ‘li zarokê îstîsmara zayendî  ya sivik kiriye' jî 12 sal ceza girt.  Dadgeha îstînafê diyar kir ku divê cezayê ji bo A.T. hatiye dayîn ji ‘îstîsmara sivik’ derkeve û ‘wek îstîsmara bi zanebûn’ bê nirxandin û dosya şand dadgeha herêmî.   Li  Amedê mêrên bi navê A.T û M.Ç  di îlona 2015’an de zarokek bi zorê girtin.  Zaroka li ser rêya Farqînê hat girtin rastî îstîsmara zayendî hat.  A.T ku hewl da hemû delîlan tune bike piştî îstîsmara zayendî mînakên spermê jî paqij kir.    Piştî A.T, M.Ç. yê li dijî zarokê îstîsmara zayendî pêk anî, zarok tehdîd kir û li navenda bajar danî.  Zarok piştî îstîsmarê hewl da întîxar bike û ji aliyê xizmên wê ve birin emniyetê û zarok diyar kir ku ji aliyê A.T û M.Ç. ve rastî îstîsmara zayendî hatiye.    A.T û M.Ç.  di çarçoveya lêpirsînê de 15 roj şûnde hatin binçavkirin.  A.T îdia kir ku li zarokê îstîsmara zayendî nekiriye û çûne cihê ku zarok lê bûye û tenê ew nas kirine.  M.Ç jî berovajî vê îfade û got ew neçûne cihê bûyerê û tenê di wesayîtê de derbas dibû. Piştî îfadeyên bi naqok herdu hatin girtin.   Di encanam lêkolîna hat kirin de dozgeriyê diyar kir ku di telefonê de 54 wêneyên zayendî hebûne û hatine paqijkirin.   Îdianameyên der barê M.Ç û A.T. de hatin amadekirin de hat xwestin ku gumanbar bên cezakirin. Heyeta dadgehê di runiştina dawî ya di Nîsana 2017’an de hat dayîn de biryara xwe aşkera kir. Li M.Ç ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk ya li zarok’ 25 sal ceza girt û mêrê bi navê A.T jî  ji sûcê ‘li zarokê îstîsmara zayendî ya zivik’ 12 sal ceza girt. Heyeta dadgehê der barê A.T de ji sûcê şantajê bi hinceta sûc ne sabîte, biryara beratê da.   Parêzera zarokê Gazal Koluman bertek nîşanî biryara beratê da û got dosya şandine Dadgeha Ceza ya 17’emîn a Îstînafê.   Dadgeha Îstînafê ya îtîraz nirxand diyar kir ku divê A.T. jî ji sûcê ‘îstîsmara zayendî yê bi zanebûn bê darizandin.’