Xwest dawî li êrîşa zayendî, şîdet û îşkencê bîne 2018-02-04 09:26:03   Safiye Alagaş   AMED - Nuriye Demîr ya di temenê biçûk de hat zewicandin,  ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve rastî êrîş û şîdeta sîstematîk  hat. Nuriye ligel hewldanên malbatê û lihevkirinê ya polîsan, zêdetir ket nav şîdetê û  niha ji sûcê ‘li dijî hevjîn plankirina kuştinê’ bi muebetê tê darizandin.  Nuriye bang li rêxistinên jinan kir û diyar kir ku wê ji ber nema karibûye şîdeta lê tê kirin tehamûl bike ev biryar daye.    Nuriye Demîr di 14 saliya xwe de bi kurê apê xwe Azîz Demîr re hat zewicandin.  Nuriyeyê di bin îstîsmara zayendî de 6 zarok anîn dinê û bi salan rastî îşkenceyê hat.  Bi dehan carî rapor ji nexweşxanê girt lê bê encam ma. Nuriye her çû zêdetir şîdet dît û xwest dawî li vê bîne.   Nuriyeyê  ji du kesên bi navê Î.Y û H.Y ji bo Azîz bitirsînin, alîkarî xwest. Lê piştî van kesan Azîz kuşt, Nuriye ji ‘li dijî hevjîn plankirina kuştinê’  tê darizandin.   Nuriyeyê di îfadeya xwe ya emniyetê de diyar kir ku dema nû zewiciye hevjînê wê hewl daye bi benzîn wê bişewitîne û got 18 salan zewicandî maye û gelek caran hevjînê wê hewl daye wê bide ceyranê. Nuriyeyê diyar kir ku piştî xwestiye dest ji hevjîn berde ji aliyê wî ve rastî tehdîdan hatiye.   Ezîz şîdet berdewam kir   Azîz yê ji Bîlecikê vegeriya Amedê dîsa şîdet berdewam kir û Nuriye ji bo ku derbarê  Azîz de biryara durxistinê bê dayîn çû meniyetê û derabrê Azîz de ji bo 3 mehan biryara durxistina ji malê hat dayîn û nûriye hewl da ku ev ceza bê dirêjkirin.  Azîz vî cezayî jî binpê dike û şîdeta xwe ya li ser Nuriye û zarokên wê berdewam kir. Tevî ku Nuriye û keça xwe gilî dikin jî piştî ku îfadeya Azîz tê girtin ji aliyê emniyetê ve serbest tê hiştin.   Nuriyeyê diyar ku armanca wê ne kuştina wî bû, armanca wê tirsandina Azîz bûye. Nuriye di 20’ê Tîrmeha 2017’an de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Îfada zarokên wê jî hat girtin û keça wê diyar kir ku bavê wê şîdet li wan kirye û her wiha ew îstîsmar kiriye.   Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê 13 parêzerî wekaleta Nuriyeyê girtin û xwe amade dikin ku Nuriyeyê biparêzin.  Parêzera wê Gevriye Atli  bi Nuriyeyê re hevdîtin kir û diyar kir ku Nuriye ji sazî û rêxistinên jinan piştgiriyê dipê.   Runiştina dozê di 5’ê Sibatê de tê dîtin.