Daneşîna Parlamenterên HDP'ê hat taloqkirin 2018-02-02 12:05:26   AMED - Daneşîna doza parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Îdrîs Baluken û Îmam Taşçier ku bi hinceta ji Med Nuçe TV re di  serdema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de axivîne hatibû vekriin hat taloqkirin.   Derbarê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel, Îdrîs Baluken û Îmam Taşçier de bi hinceta ku di serdema qedexeya kolanan di 10'ê Cotmeha 2015'an de  ji Med Nuçe TV re axivîne doz hatibû vekirin. Daneşîna 2'yemîn a doza bi hinceta "Heqaret li mezinên dewleta tirk kirine", "Li xebatkarê cemaweriyê ji ber pîşeyê wan heqaret krine" û "Miletê tirk, komara wê û meclisa tirk biçûk xistine" hatibû vekirin ku ji parlamenteran re ji 3 sal û 6 mehan heta 10 salan ceza tê xwestin li Dadgeha Aslî ya Ceza ya  Amedê hat dîtin.    Çaglar Demîrel  a ku ji ber dosyayeke din li li Girtîgeha Hejmar 1 Akandirayê ya Tîpa F dimîne û Îmam Taşçi er ê ku bêyî girtin tê darizandin û Îdrîs Baluken  ku li girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F a bi hejmar 1 dimîne mazereta xwe ji dadgehê re ragihandin û tevli daneşînê nebûn. Parêzera Çaglar Demîrel Reyhan Yalçindag û parêzerê Îama Soran Haldî daxwaznameyên parlamenteran ji dadgehê re şandin û gotin ku ew ê tevli daneşînê nebin.   Heyeta dadgehê ku mazeretên bersûc û parêzeran qebûl kir, doz taloqî dema pêş kir.