Leyla Guven bi daxwaza girtinê şandin dadgehê 2018-01-31 16:16:43   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven derxistin dozgeriyê û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. Daxwaza Leyla Guven a bi parastina zimanê Kurdî ji aliyê dozger ve hat redkirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê li Miduryeta Polîsan a Amedê bi dawî bû, sewqî edliyeyê kirin. Leylayê xwest bi kurdî parastina xwe bike û got ku "Ez bi kurdî hêj baştir dikarim xwe biparêzim û ez dixwazim bi kurdî parastina xwe bikim" ligel wergervan hat jî dozger parastina Leylayê a bi kurdî red kir.    Dozgerê ku îfadeya Leylayê negirt û xebatên di KCD'ê de, daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hincet nîşan da û bi îdiaya "rêxistina çekdarî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye", "propagandaya rêxistinê kiriye" û "gelek bi kîn û nefretê sor kiriye bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.