Leyla Guven derxistin pêşberî dozger 2018-01-31 12:18:58   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê da hatibû binçavkirin û îfadeya li Emniyetê red kiribû. Leyla îro derxistin pêşberî dozger.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber ku bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dabû di 22'ê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin. Leylayê ev 9 roj in ku li Emniyetê dihat girtin. Leyla ya ku do îfadeya li emniyetê red kir îro derxistin pêşberî dozger.