Doza Nisêbînê tarloqî 16'ê Nîsanê bû 2018-01-26 10:13:00   MÊRDÎN - 50 kesên ku piştî qedexeya Nîsêbînê hatin binçavkirin dadgehê biryara berdewamiya girtina wan da û rûniştin tarloqî 16'ê Nîsanê hat kirin.   Li Nisêbîn a ku girêdayî Mêrdînê ye piştî qedexeya derketandina derve 67 kes hatibûn girtin. Rûniştina doza ku 50 kes dihat darizandin di roja xwe ya 9'an de berdewam kir. Doz li ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê li Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) hat dîtin û di rûniştinê de dozgeriyê daneyên xwe da. Gelek kesên ku 9 rojan girtî man parastina xwe kirin.     Do girtiyan dema ku parastin dikir diyar kirin ku polîs ê ku îşkence bi wan kiribû li eywana rûniştinê bû. Li ser vê yekê parêzeran xwestin ku nasnameya wî polîsî teşhîs bibe û li dosyayê bê zêdekirin. Dema ku polîsê ku girtiyan gotin îşkence bi me kiriye ji eywanê veqetiya, heyeta dadgehê xwesteka parêzeran red kir.    Di rûniştina îro de dozgerê ku daneyê xwe da, parastina girtiyan bi hinceta "Li dijî serokkomar heqaret","Pesindayina sûc û sûcdar" kiriye, xwest ku bi Dozgeriya Serokkamariyê serlêdana sûc bê kirin.    Piştre heyeta dadgehê biryara xwe vegot, biryara berdewamiya 50 kesên girtî da û rûniştin tarloqî 16'ê Nîsanê kir.