Nexweşa girtî Rozerîn Kalkan çima nayê dermankirin? 2018-01-23 09:42:48   MÊRDÎN - Rozerîn Kalkan ku li TEM a Mêrdînê rastî îşkenceya zayendî hat û piştre hat girtin ev du sale nayê dermankirin.  Rozerîn ku êşa mîdeyê dikşîne, ji bo emelyata milê xwe yê rastê ku ji sedî 40 naxebite jî li bendê ye.   Rozerîn Kalkan di 11’ê Tebaxa 2016’an de ji mala xwe hat girtin û 90 rojan li Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re (TEM) ya Emniyeta Mêrdînê di bin çavan de rastî îşkenca zayendî û fîzîkî hat.  Rozerîn piştî hat girtin jî 11 mehan di girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê de di hucreya yek kesî de hat girtin.  Rozerîn ya di Tîrmeha 2017’an de daxwaza wê ya sewqê hat qebûlkirin, şandin Girtîgeha Şakran a îzmîrê.   Rozerînê îfadeya xwe ya ewil ya li emniyetê di bin îşkencê de bi zorê dabû û ji aliyê ekîbên Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê ve tevî ku prosedurên fermî hebû jî nebirin dermankirina doktor.   Tê payîn ku bê dermankirin   Rozerîn ya hîna li girtîgeha Şakran tê girtin ev  du sale dermankirina wê tê astengkirin û êşa mîdê dikşîne.  Di heman demê de milê wê yê rastê jî ji sedî 40 naxebite û divê Rozerîn demildet amelyet bibe.    Parêzerê wê jî di runiştinên berê de ji bo îşkenceya li muvekîla wî hatiye kirin nîşan bide, daxwaza sewqkirina ji bo Saziya Tipa Edlî kir. Lê dadgehê ev red kir.   SEGBÎS’ê red dike    Di runiştina 13’ê Adarê ya Rozerînê  ku li Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê wê bê dîtin, de wê dozger mutalaya xwe aşkera bike.  Rozerîn jî tevlîbûna bi SEGBÎS’ê red dike û dixwaze bixwe tevlî runiştinê bibe.