Yên îşkenceyê ji nedîtî vetên îfadeya dibin îşkenceyê de rewa dibînin 2018-01-23 09:27:24   MÊRDÎN - Du girtiyên bi navê A. û T ku piştî berxwedana rêveberiyên xweser yên li Nisêbînê şûnde hatin binçavkirin û di bin îşkencê de îfade dan, daxwaz kirin ku îfadeyên xwe biguherin. Dadgeriyê îfadeya di bin îşkencê de hatiye dayîn tine hesiband û  biryar da ku ‘biryar ewil her tim rast tê hesibandin’. Parêzer jî wê îtîrazê vê biryarê bikin.   Piştî berxwedana rêveberiyên xweser şûnde hevşaredar jî têde gelek welatî  ji ber îfadeyên şahidên veşarî hatin girtin.  beşeke mezin a şahidên veşarî jî di runiştinên ewil de îfadeyên xwe şûnde kişandin. Gelek şahidên veşarî diyar kirin ku îfade dibin îşkenceyê de dane.   Li Nisêbînê piştî berxwedanê A. û T yên bi cezayê muebetê tên darizandin di runiştina yekem a dozê de gotin: “îfadeyên me yên ewil bi îşkencê hatin girtin. Em van îfadeyan qebûl nakin.” Dadgeriyê jî diyar kir ku ‘îfadeyên ewil çi bin, wê ew baldar bên girtin.’    Li dijî daxwaza berat û temyîza cezayê, heyeta dadgehê biryara retkirinê da. Piştî heyeta dadgehê û dadgeriyê jî gotin îfadeyên ewil yên girtiyan rast tên hesibandin şûnde parêzer ketin tevgerê. Parêzer wê biryarê bibin Lijneya Giştî ya Cezayê Dadgeriyê.