Dadgeha êrîşa zayendî danarizîne, parastina cewherî didarizîne 2018-01-18 09:11:19   Safiye Alagaş   AMED - Mêrê bi navê Zekî, jina bi navê M. bi îstîsmara zayendî ya sîstematîk re rû bi rû hişt û îşkenceya fîzîkî lê kir. Dê û bavê M. ku bûyer birin dadgehê jî, serlêdanên wan bê encam man. Zekî ku ji polîtîkayên daraza mêr ku bê ceza dihêle, cesaret girt û heta mala malbata M. çû. Dê û bavê li dijî Zekî parastina cewherî pêk anîn, ji 12 salan heta 18 salan tên darizandin.   Li Amedê sê sal berê hevalê jina bi navê M., Huseyîn A. di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. hevalê Huseyîn Zekî A.  li M. geriya û pê re axivî. Zekî A. li dijî M. îstîsmara zayendî pêk anî û ev sê salan bi tehdîdê berdewam kir. Li ser vê M. ducanî ma û Zekî A li ser vê îşkence bi M. kir û zarok mir. Xizmek M. şîdeta li dijî wê di asansorê de dît û bûyer ji malbata wê re vegot.   M. li ser vê Zekî A. gilî kir.  M. li stargehê hat bicihkirin.  Malbatê keça xwe ji wir girtin û birin cem xwişka wê.  Zekî tehdîd û tacîzên xwe berdewam kir.  Li ser gilîkirina malbatê Zekî hat binçavirin, 15 rojan girtî ma û hat berdan.   Zekî malbata M. jî bi mirinê tehdîd kir.  Zekî di 11’ê Adara 2017’an de çû ber mala malbatê û bi bavê M. re nîqaş kir. Dayika M., S jî derket derve û Zekî şîdet li S. kir. Bavê M, N Zekî li cihê bûyerê kuşt. N. piştî bûyerê çû teslîm bû.    N. hat girtin û S. jî hat berdan. hevjîn û zarokên Zekî jî  êrîşa zayendî û tehdîd tine hesibandin û gilî kirin.  Dozgeriya di îdianameyêde diyar ki rku S. alîkarî daye N û got li gorî xala 29’emîn a TCK’ê di bin navê ‘tehrîka bêmaf de’ cînayet kirine.  Der barê dayik S.  de bi daxwaza ji alîkariya kuştina qestî 8 sal, der barê N de jî  ji  kuştina qesî cezayê muebetê  îdianame hat amadekirin.  lê ji ber di bi tehrîka giran de sûc hatiye kirin daxwaza ceza heta 18 salan daket. Îdianame ji aliyê 3’emîn dadgeha cezaya giran a Amedê ve hat qebûlkirin. darizandina derbarê S. û N de berdewam dike.