Ji bo Midûra Karê Nivîsê ya Kovara KJA’yê cezayê pere hat birîn 2018-01-12 09:04:34   AMED - Derbarê Midûra Karê Nivîsê ya Kovara KJA’yê Hêlîn Tolan de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’  doz hat vekirin û ji bo Hêlînê 20 hezar û 80 TL cezayê pere hat dayin.   Derbarê Berdevka Demî ya KJA’yê ku bi KHK’ê hat girtin,  Ayla Akat Ata û Midûra Karê Nivîsê Hêlîn Tolan de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ doz hat vekirin û ji bo Helînê 20 hezar û 80 TL cezayê pere hat birîn. Di rûniştina dozê ya di 5’ê Hezîrana 2017’an hat dîtin de ji ber hejmarên Adar-Nîsanê bi hinceta propagandaya rêxistinê hatiye kirin, ji bo Hêlînê salek û 8 meh ceza hat dayîn û ceza nehat taloqkirin.   Parêzerê Hêlînê Serhat Karaşîn, serî li Dadgeha îstînaf a Dîlokê da û îtîraz kir. Dadgeha Îstînafê diyar kir ku Helînê berê ceza negirtiye û diyar kir ku divê ceza bê taloqkirin û biryar xera kir.   20 hezar û 820 TL ceza    Rûniştina dozê ji nû ve di 28’ê Kanûna 2017’an de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji nû ve hat dîtin. Helînê tevlî rûniştinê nebû û parêzerê wê Serhat Karaşîn tevlî bû. Dadgehê derbarê Helînê de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ di çarçoveya xala 6’emîn a Qanûna hejmar a 3713’an de 20 hezar û 820 TL cezayê pere birîn.