Doza akademîsyenan taloqî 18'ê Nîsanê hat kirin 2017-12-26 12:11:01   STENBOL - Danişîna doza 4 akademîsyenên ku belavoka "Em nabin hevkarên vî sûcî" îmze kirin, hat taloqkirin.    6'emîn danişîna doza akademîsyen Esra Mungan, Meral Camci, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy ên belavoka "Em nabin hevkarên vî sûcî" îmzekirin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Esra Mungan û parêzer beşdarî danişînê bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan û gelek kes danişîn şopandin. Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir.     Di danişînê de Parêzer Merîç Eyyuboglu di destpêkê de parastin kir û ji şandeya dadgehê pirsa Wezareta Dadê gelo destûr daye darizandina Madeya 301'emîn a TCK'ê, kir. Parêzer Eyyuboglu, diyar kir ku destpêkê wan bi buroya pêş de re hevdîtin kirin lê tu bersiv ji bo wan nehat dayîn û ji wan re gotin ku hûn dikiran ji dozger agahî bigirin û wiha axivî: "Em çûn dozger. Nêzî 4 rojan agahî nedan me. Di encama hevdîtinên me yên rû bi rû de, me fikirî ku wezaretê bersiv daye. Lê niha jî tu bersiv nehatiye dayîn. Em dixwazin, dosye bê xwestin." Parêzer Ziynet Ozçelîk jî, daxwaz kir ku aqûbeta destûrxwestinê bê pirsîn.    Paşre serokê dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û danişîn taloqî 18'ê Nîsana 2018'an kir.