‘Hesabê AKP’ê yê qeyûm bi ser neket’ 2017-12-22 09:47:17   Şehrîban Aslan   AMED - Endama DBP MYK’ê Meryem Yildiz derbarê biryara destpêkirina lêpirsîna ku wezareta karê hundir derbarê qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê hatine kirin, de axivî û got: “Hesabê malê li sûkê nehat. Polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistanê vala derket.”   Wezareta Karê Hundir dabû xuyakirin ku li ser gilîkirinên hatine kirin, derbarê qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûne de lêpirsîn dane destpêkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di îhaleyên xizmetê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapinarê de,  ji ber  şertnameyên teknîkî li gorî şîrketan hatiye amadekirin, li BÎMER’ê gilîkirin hatine kirin û derbarê her şaredariyan de mufetîş wê lêkolînê bikin.   Endama DBP MYK’ê Meryem Yildiz derbarê rewşê de nirxandin kir û  gotinên ‘Em qeymeqamên xwe yên herî baş dişînin wan deran’ bibîr xist û got: “Lê hesabê malê li sûkê nehat. DBP’ê hefteya borî derbarê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirinê de rapor weşand. Me dema rapor weşand, me digot ku qeyûm alava xespê ye. Mînakek vê xespê jî li Giyadînê bû. Ji roja ewil al li paçan daliqandin. Mantika vê jî fetîh an jî dagirkirin bû.”   Ewil hilweşandin piştre gotin em çêdikin   Meryemê ev tiş anî ziman: “ Wezaretê bi gotina ‘me qeymeqamên herî baş şandin wan deran’. Bi vê re xespa qeyûm rewa kir. Lê hesabê li malê li sûkê nehat.  Piştî rêveberiyên xweser, bajar hatin talankirin. Piştre hatin gotin ‘pirsgirêka binesaziyê heye em çêdikin’. Heta îro tu şaredariyek DBP’ê bi îdiaya nelirêtî û bertîlê nehat rojevê.  Feraseta şaredariya DBP’ê şaredariya gel û zelal bû . Ji ber vê dest danîn ser. Em ê jî xespên qeyûm her tim teşîr bikin.”