Parêzer Gazal Koluman: Qanûn ne li alî mexduran e 2017-12-22 09:14:05   Safiye Algaş   AMED - Parêzer Gazal Koluman êrîşên îstîsmara zayendî yên li hember zarokan nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûneke li alî mexduran tune. Gazalê bi lêv kir ku piştî îstîsmarê zarok bi travmayê re rû bi rû tên hiştin û got: "Dewlet berpirsyariya xwe nayne cih û zarok wê ji aliyê dewletê jî bên îstîsmarkirin."   Zarokên rastî îstîsmarê tên divê di bin şopandina psîkolog de bin.   Parêzer Gazal Koluman derbarê  pêşîgirtin û tedbîrên beriya îstîsmara li ser zarokan û ji bo zarokên rastî îstîmarê hatine çareserî rêz kir.   Gazalê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê di vê mijarê de pirsgirêkên cidî yên perwerdê hene û got her aliyê bi zarokan re dikevin temasê divê bên xwedî hişmendîkirin û perwerdekirin. Gazalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema dê û bav zarokên xwe dişînin qadên din peywirên wan ên divê bînin cih hene. Li welatên Ewropayê perwerdeyên di vî alî de ji pêşdibistanê dest pê dike. Pêşdibistan ji bo malbatên zarokan, CD’yên bi naveroka ‘Mirov destdana zarok a bedena wan çawa dikarin hîn bikin’ dişînin. Dema em li modela li vir dinêrin xebatek cidî tune.”   ‘Divê ‘na’ fêrî zarokan bê kirin’   Gazalê dest nîşan kir ku divê herêmên taybet ên zarok ji bo wan bê fêrkirin û divê bi wan bidin hînkirin ku bila kes destê xwe nedê. Her wiha got divê têgehên, baş, xerab, hezkirin, nebaş bên hînkirin.   Gazalê ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê qanûneke ku mexdurên îstîsmarê biparêze tune. Derbarê ku zarokên mexdur çawa bên parastin de tiştek tune. Dema zarok rastî îstîsmarê tê di çarçoveya qanûna mexdur de  wek mexdur an şahid derbas dibe. Di qanûna parastina zarokan de xebatkarên xizmeta civakî yên Midûriyetên Polîtîkayên Civakî ya Malabatê cih digirin. Pisporên xizmeta civakî gelo îstîsmarê rast nîşan didin? Derew heye an na? Divê zarok ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ve bên şopandin. Lê mixabin zarok bi tiştên ku jiyane re tenê tê hiştin. Divê bi awayekî rêk û pêk şopandina psîkolog hebe.”