Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye 2017-12-05 12:31:45   STENBOL - Danişîna doza 10 akademîsyenên ku îmze avêt danezana aştiyê û gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir.     Akademisyenan beriya derbasî salonê bibin daxuyani dan û gotin: " Hûn nikarin rê li pêş heqiqetê bigirin. Îro dora gotina aştiyê ye."    Yekemîn danişîna doza 10 akademîsyenên ku îmze avêt danezana aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî", li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Beriya rûniştina doza 6 akademîsyenên Zaningeha Galatasarayê û 4 akademisyenên Zanîngeha Stenbolê dest pê bike, Akademisyenên Aştiyê li pêş Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, Parlamenterê CHP'ê Bariş Yarkadaş û Sezgin Tanrikulu, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û Gulistan Kiliç Koçyigit, Nûnerên Egitim Senê, SES, TTB û KESK'ê amade bûn. Di serî de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku dixwazin wan yek bi yek darizînin û wiha got: "Ji ber ku dixwazin me bi tenê bihêlin û bitirsînin. Lê em her dem bi hevre ne û milê me li milê hev e. Em natirsin."    'Em ne bersûc dadgerê dozê ne'   Hevseroka Giştî ya Egitim Senê Feray Aytekin Aydogan jî diyar kir ku dixwazin wan bi awayekî dijhiqûqî darizînin û wiha got: "Mixabin li welatê me şûna dadger û bersûc hatiye guhertin. Lê em ne bersûc in. Em dadgerê dozê ne.     'Dê bibe rûpelek reş a dîrokê'   Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê yê berê Prof. Dr. Taner Goren jî wiha got: "Li bajarên Başûrê Rojhilatê Tirkiye talankirin, xerakirin û wêrankirinek mezin çêbû. Şerekî mezin çêbû. Me jî li dijî vê yekê dengê xwe bilind kir û li dijî şer me aştî parast. Ji bo her kes ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigire me aştî parast. Ji ber vê yekê darizandina îro 5'ê Kanûna 2017'an dê di dîrokê de bibe rûpelek reş."    Daxwiyaniya hevpar a 5 Akademîsyenan   Piştî axaftinan 5 akademisyenan daxuyaniya hevpar dan. Akademisyenan diyar kirin ku di 11'ê Çileya 2016'an de daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman û wiha gotin: "Ji ber daxwaza aştiyê û em li dijî îhlala mafên mirovan derketin, me danezana 'Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kir û belav kir. Piştî ku me ev danezan belav kir em rastî gelek binpêkirina mafan û bê hiqûqiyê hatin. Di nava 2 salan de binçavkirin, girtin, kuştin çêbûn. Nêzî 500 hevalên me yên ev danezan îmze kirin ji karê xwe hatin dûrxistin. Em li dijî zext, zilm û bê edaletiyê di daxwazên xwe de bi israr in. Me israr kir û em dê israr bikin. Xwendekarên me, rêxistinên demokrasiyê, feministan, LGBTÎ, rêxistinên ekolojiyê, parazvanên mafên mirovan li dijî şer û binpêkirina mafên mirovan derketin û ev piştevanî û hêvî mezin kirin."    Hevalên me Esra Mungan, Kivanç Ersoy, Meral Camci û Muzaffer Kaya hatin girtin. Ji bo wan me nobeta edaletê girt. Di 22'ê Nîsana 2016'an de di şahiya edaletê de dîsa em bi hev re bûn. Em bêdeng nebûn em dê bêdeng nebin. Me her dem got dê piştevanî bêdeng nebe û me di daxwaza çareseriyê û aştiyê de israr kir."    Em îro dîsa dê bi hevre daxwazên xwe yên aştî û edaletê bînin ziman û em dê bi hev re îro, di 7'ê Kanûnê de û hemû dozên din de bi hev re bin û di nava piştevaniyê de bin. Em dê her dem di bilêvkirina heqîqetê de israr bikin. Em dibêjin daxwaza aştiyê ne sûc e. Daxwaza aştiyê naye darizandin. Îro dora gotinê ya aştiyê ye."    Yên hatin darizandin 150 kes debas kir   Akademîsyenên ku derbarê wan de doz hatin vekirin û heta 7 sal û nîvan ji daxwaza ceza tên darizandin 150 kes derbas kir. Danişîna doza akademîsyenan dê heta gulana 2018'an berdewam bike.