Tevlî rapora derbkirinê biryara bêşopandinê 2017-12-04 09:30:19   Safiye Alagaş   AMED - Hanim Aydan ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibû, piştî hat berdan derbarê polîsan de gilî kir. Tevlî ku Hanimê ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê girtibû jî hat îdia kirin ku ‘di raporên edlî de nîşane tuneye’ dozgeriyê derbarê polîsan de biryara bêşopandinê da.   Hanim Aydan di 14’ê Hezîranê de li Xelfetiya Rihayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat binçavkirin û rastî îşkenceyan hatibû.  Hanim ku poşet xistin serê wê û derb kirin, di bin çavan de  parêzerên ÎHD’a Amedê çûn serdana wê û îşkence xistin bin qeydê. Hanim 10 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Piştî hat berdan derbarê polîsên îşkencekar de serlêdana sûc kir. Tevlî ku Hanim ji nexweşxanê rapora derbkirinê girtibû jî hat îdia kirin ku ‘di rapoên edlî de nîşane tuneye’ dozgeriyê derbarê polîsan de biryara bêşopandinê da.   Hanimê di serlêdana xwe de got li Xelfetiyê li xaniyekî ku baxçeyê wê hebû saet li dora 13.00 hatiye binçavkirin û got: “ Min nedizanî yên ez girtime polîs in. Min pirsî bersiv nedan. Nehiştin ez biaxivim. Ez bi zorê li wesayîtê siwar kirin. Destên min ji pişt ve kelepçe kirin. Poşet xistin serê min. Bêhna min çikiya û her tim li serê min dixistin û îşkence li min dikirin. Ez rastî dijûn û heqeretan hatim. Ev heta emniyeta Rihayê berdewam kir. Ez ji emniyetê birim nexweşxaneyê lê tevlî şopa derbê li ser min hebûn doktor ez derman nekirim. Piştre em anîn Amedê û ez birim Nexweşxana Dewletê ya Selahatîn Eyubî. Min ji wir rapora derbê girt. Di bedena min de şopa birînan hat tespîtkirin.”