Li Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê pere hat birîn 2017-11-30 15:11:27   STENBOL - Li Hevgerînendeya  Weşana Giştî ya rojanmeya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn û Midura Karên Nivîsê Reyhan Çapan 100 hezar TL cezayê pere hat birîn.   Rojnameya Ozgur Gundemê piştî bi Biryara Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin, ji ber nûçeya "Milli, yerli ve çok fena kumarbaz" (Neteweyî, xwecihî û qumarbazekî gelek fena ye), di 16'ê Cotmeha 2015'an de der barê xwediyê rojnameya Starê Murat Sancak de çêkiribûn, li Hevgerinendeya  Weşana Giştî Eren Keskîn û Midura Karên Nivîsan Reyhan Çapan doz hatibû vekirin. Doza biryardayînê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Reyhan û Eren tevli dozê nebûn, parêzer Ozcan Kiliç li salonê amade bû.   Ozcan di rûniştinê de mafê axaftinê girt û da zanîn ku di ser dozê re 4 meh derbas bûye û ji ber vê divê doz bikeve ber demboriyê.    Piştî parastina Ozcan, heyeta dagehê biryara xwe aşkera kir û bi hinceta "Di weşanên demdirêj de nivîsên sererastkirî û bersiv weşandine" bi vê rêyê sûc kirine, ji her yekê re 50 hezar TL ceza birî. Her wiha dadger biryar da ku tekzîb di du rojnameyên ku traja wan di  ser 100 hezarî re wekî îlan bê weşandin û ev jî girt bin biryarê.