Ji bo mêrên ku Emanî û pitikên wê qetil kirin ‘muebbet’ hat xwestin 2017-11-29 12:00:37   SAKARYA - Birol Karacal û Celal Bay li Kaynarcayê Emani Al-Rahmun a ku ducanî û pitika wê 9 mehî bû û pitika wê ya 10 mehî qetil kirin. Dê darizandina ji bo xwestina muebbetê roja Îniyê dest pê bike.     6’ê Tîrmehê li navçeya Kaynarcayê ya Sakaryayê Birol Karacal û Celal Bay Emani Al-Rahmun a ku ducanî û pitika wê 9 mehî bû û pitika wê ya 10 mehî qetil kirin. Dê darizandina wan li 1’emîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Sakaryayê dest pê bike. Di rûniştina ku dê roja Îniyê bê dîtin de dê bersûcên girtî yên mêr bi xwestina cezayê girtîgehê yê muebbeta giran bên darizandin.