Di doza îstîsmara zayendî de ji bo gumanbar daxwaza 20 sal ceza 2017-11-29 09:34:35   Safiye Alagaş   AMED - Li Amedê zaroka 9 salî rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a bavê xwe M.S, birayê xwe û pismamê xwe hat. Di encama îfadeyên dayikê de bûyer derket holê û derbarê gumanbar M.S de 20 sal ceza tê xwestin.   Li Amedê mêrê bi navê M. S li dijî zaroka xwe ya 9 salî îstîsmara zayendî ya sîstematîk lê pêk anîn. Li ser gilîkirina dayika wê M.S.O di 25’ê Tîrmehê de hat binçavkirin û ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Cezaya Sul a Amedê ve hat girtin. Dozgeriyê di encama lêpirsîna hat meşandin de îdianame amade kir.  Di çarçoveya lêpirsînê de  li Navenda Şopandina Zarokan de ligel psîkologan îfadeya wê hat girtin û zarokê da zanîn ku birayê wê Y. û pismamê wê O jî ew îstîsmar kirine.   Rastî şîdeta birayê xwe hat   Zarokê da zanîn ku dema borî hîna dibistan neqedya bû birayê wê hatiye gund û şîdet lê kiriye û got ew bi zorê li wesayîta kesê bi navê S.K kirine û got bavê wê û birayê wê yê din din B. jî di wesayîtê de bûne. Zarokê da zanîn ku bavê wê ew biriye mal û îstîsmara zayendî lê kiriye.   Tehdîd kir   Zarokê diyar kir ku M.S ew tehdîd kiriye ku bûyerê ji kesî re nebêje û anî ziman ku bavê wê mehekê ew îstîsmar kiriye û fîlmên naveroka wan zayendî ye pê daye temaşekirin. Her wiha got birayê wê Y. û pismamê wê O. jî ew îstîsmar kiriye.   Di raporê de hat tespîtkirin ku zarok rastî îstîsmarê hatiye. Yekemîn runiştin jî di meha Qanûnê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin.