Ji bo sûcê îstîsmara zayendî 12 sal û 6 meh ceza 2017-11-25 10:00:27   AMED - Di runiştina biryarê ya mêrê bi navê Nurullah D. yê li navçeya Kayapinarê li dibistanekê li zarokek 12 salî îstîsmara zayendî  kir, heyeta dadgehê diyar kir ku sûcê ‘îstîsmara zayendî li dijî li zarokê’ hatiye kirin û ji bo Nurullah 12 sal û 6 meh ceza birî.   Runiştina biryarê ya Nurullah D. yê ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ ji 8 salan heta 15 salan girtî dihat darizandin de, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Mexdur F.B tevlî runiştinê nebû. Gumanbarê girtî Nurullah D., parêzerê wî û parêzerê Midûriyeta Navendî ya Polîtîkayên Malbat û Civakî Remzî Atalay tevlî bû.   Hat destnîşan kirin ku gumanbar Nurullah D. sûcê îstîsmara zayendî pêk aniye û li gorî xala 103’an a TCK’ê 10 sal cezayê girtîgehê jê re hat dayîn. Dadgehê diy kir ku gumanbar heman sûc di demên cuda jî kiriye û li gorî xala 43’emîn a TCK’ê ji çarê yek ceza zêde kir û derxist 12 sal û 6 mehan. Dadgehe biryara berdewamkirina girtinê ya gumanbar da.