Doza ku Huda Kaya jê dihat darizandin hat taloqkirin 2017-11-17 12:25:37   AMED - Doza ku parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jê dihat darizandin û jê re 25 sal cezayê girtîgehê jê tê xwestin taloqî Adara 2018'an hat kirin.   Derbarê parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" û "civînên dijqanûnî û xwepêşandan kirine" doza hatibû vekirin. Daneşîna 1'emîn a doza ku derbarê Hudayê de hatibû vekriin û ji bo wê hat 25 salan cezayê girtîgehê tê xwestin  li 4'emîn Dadgeha Cezayê giran hat dîtin.  Huda ji ber ku lawê wê nexweş bû tevli dozê nebû. Lê parêzera wê Reyhan Yalçindag Baydemîr li daneşînê amade bû . Heyeta dadgehê mazereta Hudayê qebûl kir û ji ber ku îfadeya wê nehat gitin doz taloqî  Adara 2018'an hat kirin.