Daneşîna Doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hat destpêkirin 2017-11-17 11:26:08   ENQERE - 4'emîn daneşîna doza perwerdekarên ku bi KHK'ê ji ser kar hatin girtin a Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 254 roj in di greva birçîbûnê de ne wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê îro bê dîtin.   Perwerdekar Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin dûrxisitn û dest bi greva birçîbûnê kiribûn wê îro bê dîtin. Daneşîna 4'emîn a doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 254 roj in di greva birçîbûnê de ne ku bi îdiaya "Endamên Rêxistinê ne"  hatibû  vekriin wê îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya li Enqereyê bê dîtin.   Beriya ku daneşîn bê destpêkirin Nuriye di peyama ku ji derve re şandibû de diyar kiribû ku ew ê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bibe û parastina xwe bike.   Daneşîna 1'emîn a doza Derbarê Nuriye û Semîh de di 14'ê îlonê li Edliyeya Enqereyê hatibû dîtin lê bi hinceta "personel kêm in" û "Gumana provokasyonê" Nuriye û Semîh tevli daneşînê nehatibûn kirin.    Daneşîna duyem û sêyem ku Nuriye tevli nebû di 28 û 20'ê Cotmehê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê li salona dadgehê hatibû kirin. Di daneşîna Sêyem de Semîh bi şertê kontrola edlî hatibû tahliyekirin.