Îdianameya Sebahatê hat qebûlkirin: Bi muebeta giran tê darizandin 2017-11-15 09:15:37   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya ji pevçûnên li Dêrikê berpirs hatibû dîtin û hatibû binçavikirin û girtin. Sebahata ev du sal in girtiye, îdianameya wê hatiye qebûlkirin. Dozger di îdianameyê de ji bo Sebahatê cezayê girtîgehê yê muebeta giran xwest.   Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya piştî qedexeyên derketina derve ya li Dêrikê hat îlankirin şûnde hat binçavkirin û  di 26’ê Sibatê de ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Dêrikê ve bi îdiaya ‘endama rêxistinê’ hat girtin.  Sebahat ku ev 2 sale girtiye li girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtiye.  Îdianameya wê piştî mehan şûnde hat qebûlkirin.  Sebahat di 18’ê Qanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê wê derkeve pêşberî dadger.    Îdianameya piştî sal û nîvê hat amadekirin du caran şandin Mêrdînê. Îdianameya bi hincetên cuda nehat qebûlkirin herî dawî hat qebûlkirin. Ji ber îdianameya  nehat qebûlkirin Sebahatê nedizanî bi çi tê darizandin û hat hînbûn ku di pêvajoya rêveberiyên xweser de  çavkaniyên şaredariyê li ser navê rêxistinê bikar aniye û îfadeyên şahidên veşarî hene.