Bi hinceta 'bê rayeyetiyê' du dozên Fîgen Yuksekdag şandin Enqereyê 2017-11-14 12:53:41   AMED - Du dozên ku bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" der barê Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de li Amedê hatibûn vekirin, bi hinceta "bê rayetiyê" şandin Enqereyê.   Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag piştî hat girtin, bi biryara Serdozgerê Komarê yê Amedê wekîltiya wê hat xistin û endamtiya wê ya partiyê hat betalkirin, der barê wê de 2 îdianameyên ku hatin amadekirin, ji hêla 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatin qebûlkirin, li ser dosyaya dozê hûrnêrîna "rayeyî" hat kirin. Dadgehê biryara "Bê rayetiyê" da, ji bo Yuksekdag di çarçoveya îdianameyê de bê darizandin, dosya ji raye û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya nobedar re şand.   Dadgehê di biryara xwe de, li gorî xala 161/9'ê biryara Fîgenê sûc kiriye û ji bo der barê wê de lêpirsîn bê destpêkirin, biryar ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hişt.   Bi îdiaya Fîgenê "Propagandaya rêxistinê kiriye" der barê wê de ji 2 dozên cuda ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin û heke bê mehkûmkirin, li gorî Qanûna Cezayê ya  Tirk, divê ji mafên xwe yê bingehîn bê par bê hiştin.