Gelo Taybet Cansî ya ku hat gotin di şer de 'jiyana xwe ji dest da' hat înfazkirin? 2017-11-14 09:14:50 Safiye Alagaş  AMED - Girtekên îfadeyên polîsan ên derbar Taybet Cansi ku di Cotmeha 2015'an de hat qetiliirin derketin holê.  Li gel ku di îfadeyên hin polîsan de tê gotin ku pombeyeke zerarê nade, tenê mirovan şoke dike hatiye avêtin û Taybet Cansî hatiye bêbandorkirin lê piştre dengê teqîneke din ji odê hatiye, lê di îfadeya hin polsan de jî tê gotin ku ji bilî bombeya hatiye avêtin dengê tu bobeyên din nehatiye bihîstin.    Li kuçeya Tegmen a kolana Emekê ya Rezana Amedê di cotmeha 2015'an de bi îdiaya ku îxbar heye bi ser malekê de hatibû girtin û di encma serdegitina malê de jina bi navê Taybet Cansî hatibû qetilkirin. Piştî serdegitinê xwediyê malê û 2 kesên ku li malê mêvan bi giştî 6 kes hatibûn binçavkirin. 6 kesên ku hatin binçavkirin piştî ku îfadeyên wan hatin girtin di 11'ê Cotmeha 2015'an de hatibûn girtin û piştî daneşîna yekem a doza derbarê wan de hatibû vekirin 4 kes ji wan hatibûn berdan. Derbarê bersûcan de bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "Çekên bi xeter li malê hilanîne" ji 12 salan heta 23 salnan cezayê girtîgehê tê xwestin.   Beyanên bi nakok!   Di îdianameya ku derbarê bersûcan de hat amadekirin de 6 polîsan wekî şahid îfade dan. Di îfadeya 4 polîsan de hat diyarkirin ku du mêrên di malê de piştî malzemeyên bi jinê re dê reviyane odê û piştre jinê ew gulebaran kirine. Polîsan di berdewamiya axaftina xwe de  gotin;"Di heman demê de gelek gule li mertalên me û li dîwarê ku em li ber bûn ketine.  Ji ber ku kesê divê teslîm bibûna nebû ji bo ku em wê bê bandor bikin me bombeya deng a ku mirovan şoke dike û tu zerarê nade derdor û mirovan avt malê û em rawestiyan. Pişt ku em rawestiyan bi demek kurt dengê teqînê ji malê hat û dûxan ji odê bilind bû. Piştî vê em bi mudaxelekirina 110 polîsna re ketin odeyê û me dît ku jinek li erdê ye û hatiye kuştin."   Li gel ku polîs dibêjin gelek gule li mertal û dwarê xwe dane ber ketine jî di girtekên ku li cihê bûyerê hatine kirin de tu agahiyek bi vî rengî tune ye. Dîsa li gel ku polîs dibêjin wan piştî bombeya deng avêtiye dengê teqîneke din hatiye polîsên din di îfadeya xwe de dibêjin, "Me tenê dengê bombeyekê bihîstiye."   Îdiaya ku Taybet gulebaran berdewam kiriye   Dîsa polîsekî din jî dibêje ji ber ku taybet teslîm nebûye "Me teqemeniya deng ku zerarê nade derdor û mirovan avêtiye û em sekinîne. Jinê vê carê jî bi demançeyê 5-6 caran em gulebaran kirin. Piştî demek kurt ji hundir dengê teqînekê hat." Lê polîsên din derbarê ku piştî bombeya deng Taybet gulebaran berdewam kiriye de tu tişttek negotine.   'Armanc tenê birîdarkirin bû'   Dîsa kesên din ên li malê di îfadeya ku dan de diyar kirin ku ewl li odeyek cuda bûne, ji ber ku polîsna destûr nedane nikaribûne ji odeyê derkevin, tenê dengê çekan bihîstin û dengê teqînekê bihîstine.    Di îdanameyê de derbarê kuştina Taybetê de tê îdakirin ku taybet teslîm nebûye û bi du demançeyên di destên xwe de ji ber ku polîs gulebaran kirine polîsan  gotine "Gulebaran neke teslîm bibe" û ew hişyar kirine. Polîsan îdia kir ku ji ber Taybet teslîm nebûye tenê ji bo ku wê birîdar bikin gule berdane.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ku tiştekî bê lokolîn kirin tune ye sûcdar û gûman ber tune ye biryara ku cihê lêpirsînê tune ye da.   Daxwaza keşfê hatibû redkirin   Parêzerên dozê jî xwestin ku ji bo bê ka di nava alavên emniyetê de çekeke ku şok dike heye an tune ye bê lêkolînkirin û her wiha di heman demê de xestin ku derbarê îdaya polîsan ku dibêjin li mertalên me gule ketiye jî girtek heye an tune de lêkolîn bê kirin û li malê dîsa keş bê kirin.   Heyeta dadgehê di daneşîna yekem a dozê de xwest ku ji bo ji Muduryeta Emniyetê ya Amdê bê xwestin bê ka çeka şoke dike di nav alavên wan de heye an tune ye de bê xwestin nivîs bê nivîsandin. Lê ji nivîsa heyeta dadgehê re tu bersîv nehat dayîn ji aliyê emniyetê ve. Her wiha daxwaza keşfê jî hatibû redkirin.