Derbarê Leyla Guven a ku bertek nîşanî dorpêç û operasyonan da de doz hat vekirin! 2017-11-13 09:01:52   AMED - Derbarê Hevseroka KCD' ê Leyla Guven a ku bertek nîşanî operasyona leşkerî ya di 30'ê hezîrana 2016'an de li Licê hat kirin û dorpêça li  gundê Xerabê Bava da de doz hat vekirin. Leyla bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye wê derkeve pêşberî dadger.   Li Parka Rojava ku li Peyasa Amedê ye li dijî operasyona leşkerî ya ku di 30 hezîrana 2016'an de li Licê hat kirin de daxuyaniya şermezarkirinê hatibû dayîn. Di daxuyaniya hat dayîn de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî tevli bibû.  Piştî ku Leyla oparasyona leşkerî rexnekir lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hatibû destpêkirin qedya îdianameya derbarê Leylayê de hat amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku derbarê Leylayê de bi îdaya "Propagandaya Rêxistinê kiriye" hat amadekirin de axaftina Leylayê ya ku got," Bi salan e axa Kurdistanê dagir kirine, dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin. Ev 29 car in ku we xwest hûn vî gelê tune bikin. Wê gelê kurd li heberî wê serê xwe netewîne. Wê Licê jî serî netewîne." wekî delîlên sûc hatin nîşandan.   Herwiha axaftina Leylayê ya ku di 25'ê Hezîranê 2016'an de ji Ozgur Gun TV ya bi biryara KHK'ê hat girtin re kir a ku tê de polîtîkayên xwe yên li ser Kurdistanê vegotin jî di îdanameyê de hat bicihkirin. Leya di 23'yê Sibata 2017'an de ji Ster TV re jî axivîbû û li ser dorpêça leşkerî a li dijî gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê nirxandin kiribû. Ev axaftin jî wekî delîlê sûc di îdanameyê de hat bicihkirin.   Daneşîna yekem a doza derbarê Leylayê de hat vekirin wê di 14 mehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.