Mêrê ku zarok îstîsmar kir 24 sal ceza girt 2017-11-01 09:46:43 Safiye Alagaş AMED - Kesê bi navê A. yê 39 salî ku zarok îstîsmar kir li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat darizandin û ji aliyê dadgehê ve ji sûcên ‘Îstîsmara zayendî ya zarokan’ û ‘Mustehceniyê’ bi giştî 24 sal û 9 meh ceza hat dayîn.   A. yê 39 salî ku îstîsmara zayendî li zarok kir ji sûcê ‘Îstîsmara zayendî ya zarokê’ ji 8 salan heta 15 salan ji ‘Mustehcenê’ jî ji 6 mehan heta 2 salan ceza dihat xwendin. Di rûniştina çaremîn a li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin gumanbarê girtî A. parêzerê gumanbar Mahmut Çîftçî û parêzerê Navenda Mafê Zarokan a Baroyê Mahmut Çîftçî amade bûn.   Mahmut diyar kir ku ew tevlî mutalaya kesê esas dibin û gumanbar jî îdia kir ku îftire avêtine ser wî û daxwaza berata xwe kir. Piştî parastina parêzerê gumanbar şûnde  dadgehê biryara xwe ya der barê gumanbar de navberê da.   Ji aliyê dadgehê ve ji sûcên ‘Îstîsmara zayendî ya zarokan’ û ‘Mustehceniyê’ bi giştî 24 sal û 9 meh ceza hat dayîn.