Înan Kizilkaya û Kemal Sancili ku gotibûn 'Nikarin pênûsa min bişkînin' hatin berdan 2017-10-31 15:00:00   STENBOL - Înan Kizilkaya û Kemal Sancili ku 441 roj in girtî bûn di 5'emîn rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê de hatin berdan. Înan Kizilkaya parastina xwe de got : "Nikarin pênûsa min bişkînin. Ez rojnamegerekî xwedî wijdan im."   Rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatibû girtin li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran de hat dîtin. Rojnameger û Midurê Karê Nîvisan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili yên ji doza rojnameya Ozgur Gundemê dihatin darizandin hatin berdan. Înan piştî 441 rojan di girtîgehê de ma, diyar kir ku ew li ber raketina xwe nakeve, lê rojnameya wî hatiye girtin û ew li ber vê yekê dikeve.   Înan destnîşan kir ku ew 441 roj in ji azadiya xwe bê par maye û di binê tecrîdê de hatiye girtin û wiha got: "Di 16'ê Tebaxê de bi sedan polîsan bi ser rojnameya Ozgur Gundemê de girtin û wekî ku keleha dijmin dirûxînin her der belawela kirin. Dikaribûn em bi rihetî binçav bikirana. Ji me re gotin ku 'Em hêza dewletê nîşanê we didin'. Di destê me de çek jî tune bû, tenê pênûsa me hebû. Em hêza dewletê baş nas dikin. Li welatên demokratîk welatî ne hêza dewletê. Heke pênûsa rojnamegerekî li hemberî otorîteyê serî bitewîne û wijdana wî di nava cizdan/cizdanê de be, wê demê şikestiye. Ez rojnameger im welatiyekî sivîl im, ez li pey hemû nûçeyên xwe me."   Înan di dewama parastina xwe de ji ber ku rojnameya wî hatiye girtin xemgîniya xwe jî anî ziman û wiha pê de çû: "Tişta min herî xirab a hat serê min ne 441 roj in ku ez girtî me, girtina rojnameya min e. Rojnamegerî ne sûc e. Divê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Ew rojname tev li tu îhale û pereyan nabe, ji tu hêzê re serî natewîne."   Piştî îfadeya Înan Kizilkaya heyeta dadgehê biryarên Sancili û Kizilkaya yên berê hincet da nîşan xwest girtina wan dewam bike.   Heyeta dadgehê piştî navber da dozê, Înan Kizilkaya û Kemal Sancili serbest berda û biryara qedexeya derketina derve da wan