Li Îzmîrê parêzer hatin binçavkirin 2017-10-27 11:22:03   ÎZMÎR - Li Îzmîrê 6 parêzerên endamên ÇHD'ê ku bi rêya KHK'ê hatibû girtin , di serdegirtina mal û cihên kar de hatin binçavkirin.   Li Îzmîrê serê sibehê li ser mal û cihê karên parêzer ên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdemê (ÇHD) ku bi rêya Biryara Hukmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin operasyon hat kirin. Di serdegirtinê de parêzer Dînçer Çalim, Nergîs Tuba Aslan, Şule Aslan, Bahattîn Ozdemîr, Emel Dîrîl û Yemen Cankan hatin binçavkirin.   Hat zanîn ku di mal û cihên karên parêzeran de lêgerîn didome, parêzerên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyên wan dê wan bibin  şaxa TEM'ê ya Îzmîrê.