Li Midûra Karê Nivîsan a Kovara KJA'yê Helîn Tolan 10 meh ceza hat birîn 2017-10-26 15:14:09   AMED - Dadgehê li Midûra Karê Nivîsan a Kovara KJA'yê ku bi KHK’ê hatibû girtin Helîn Tolan û 2 belavkarên kovarê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin” bi giştî 20 meh cezayê girtîgehê û 833 roj cezayê pereyan bir.   Kongreya Jinên Azad (KJA) bi biryara KHK’ê hatibû girtin. Bi girtina KJA re, têkildarî hêjmara Kovara KJA'yê ya Gulan û Hezîranê ya 2016’an de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirin” li xwedîdiya Îmtîyazê ya Kovarê û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, Midûra Karê Nivîsan a Kovara KJA'ê Helîn Tolan û 15 kesên din bi daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên kesên tên darizandin beşdarî dozê bûn. Dozger diyar kir ku bi armanca “propagandayê” kovar li esnafên navçeya Karazê hat belavkirin. Dozger xwest Midûra Karên Nivîsan a Kovarê Helîn Tolan, belavkarên kovarê Mehtap Yilmaz û Mustafa Aşan jî bi sûcdariya “Prpagandaya rêxistinê kirin” bên cezakirin. Dozger têkildarî Xwediya Îmtiyazê Ayla Akat Ata jî bi hinceta delîl nehatine bidestxistin beraet xwest.     Parêzeran jî diyar kir  ku ew tevlî biryara cezakirina mûwekîlên wan qebûl nakin, hemû sûcedariyên hatin kirin dikevin çarçoveya îfadeya azad û çapemeniyê, ji ber vê yekê beraetên muwekîlên xwe xwestin.     Heyeta dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkera kir. Dadger bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirin” 833 roj cezayê pere li Hêlîn Tolan û 10 meh cazayê girtîgehê li belavkarên Kovarê Mehtap Yilmaz û Mustafa Aşan birîn. Dadgehê, bi hinceta bersûc bawerî nedan ku dê careke din heman sûcî nekin, cezayê girtîgehê taloq nekir. Heyeta Dadgehê der barê Ayla Akat Ata, Ramazan Fîlîz, Fatîh Ay, Abdullah Dulge, Ahmet Dulge, Mehmut Uruç, Fatîh Kiliç, Ahmet Kiliç, Hacî Bademkiran û Ramazan Doguhan de biryara beraetê da.