Derbarê Hevserok Petek Elyusa de biryara girtinê hat dayîn 2017-10-24 14:21:28   AMED - Li  Hevşaredara Gêlê Petek Elyusa Çapanoglu ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ne girtî dihat darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birin û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn.    Daneşîna 2'emîn a  Hevşaredara DBP'ê ya Gêla Amedê Petek Elyusa Çapanoglu  ku di sala 2009 -2014'an de ji ber ku delegeya Kongra Civakên Demokratîk (KCD) ye û tevli 18 daxuyaniyên çapemeniyê bûye jê tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Daneşîna ku Petek tevli nebû parêzerê wê Cabbar Leygara amade bû. Cabbar di parastina ku kir de diyar kir ku muwekîla wî di çarçoveya azadiya ramanê de tevli çalakiyan bûye KCD saziyeke fermî ye û beraeta muwekîla xwe xwest. Heyeta dadgehê ya ku piştî parastinê navber da bi hinceta ku tevlibûna Petekê ya çalakiyan berdewam kiriye bi îdiaya "endama rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîghehê li Petekê birî û xwest ku Petekê bê girtin.