Runiştina doza rojnamegeran dest pê kir 2017-10-24 13:58:12   STENBOL - Rûniştina 1'emîm doza 6 rojnamegerên ku ji ber e-postayên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Berat Albayrak ên ku di RedHack'ê de hatibûn weşandin kiribûn nûçê ku 3 jê girtî tên darizandin dest pê kir.    ûniştina 1'emîm doza 6 rojnamegerên ku ji ber e-postayên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Berat Albayrak ên ku di RedHack'ê de hatibûn weşandin kiribûn nûçê ku 3 jê girtî tên darizandin li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stebolê dest pê kir. Di rûniştina ku hat destpêkirin de ji rojnamegerên girtî Midurê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîken.comê Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya Bîr Gunê Mahîr Kanaat û rojnamegerên ku ji derve de dihatin darizandin, nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan, nûçegîhanê DÎHA'yê Metîn Goksu, rojnameger Eray Saygin di runiştinê de amade bûn.   Rûniştina ku hat destpêkirin, malbatên rojnamegerên ku tên darizandin, rêxistinên rojnamegeran, TGS, RSF û parlamenterên CHP û HDP'ê û Endamê Lijneya Serokan a ODP'ê jî tevli bûn.  Her wiha gelek welatiyên ku xwestin dozê bişopînin jî negirtin salonê û li salonê rêzek mase ji poîsên hêza çevîk re hat veqetandin.   Di rûniştina ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de îdianame hat xwendin û  bi darizandina rojnamegera ji derve de tê darizandin Derya Okatan didome.