'Guhdarkirina muzîka kurdî sûc hat hesibandin' 2017-10-23 10:00:57 WAN - Îdianameya der barê 9 siyasetmedarên girtî ku di nav de hevseroka TUYA-DER’ê Aynur Bagiş û endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Miyeser Çelîk jî heye, 6 meh şûnde hat amadekirin. Di îdianameyê de guhdarkirina muzîka kurdî, melhefên kesk, sor, zer sûc hatin hesibandin û runiştina siyasetmedarên girtî di 26’ê cotmehê de hat dîtin.  Di 11’ê Gulanê de li Wanê bi ser DBP’ê û malan de hatibû girtin û ku di nav de hevseroka TUYA-DER’ê Aynur Bagiş û endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Miyeser Çelîk jî heye 11 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 12 rojan şûnde di 22’ê Gulanê de Aynur Bagiş, Miyeser Çelîk, Ahmet Aygun, Ramazan Duman, Necmî Varhan jî di nav de 6 siyasetmedar bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn girtin.  Aynur û Miyaser şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê.   Îdianame 6 meh şûnde hat amadekirin   Di îdianameyê de  sûcdariyên der barê Aynurê de hat îdiakirin ku piştî delîlên şênber nedîtin,  muzîka kurdî ‘wekî muzîka rêxistinî’ û melhefa kes, sor, zer jî wek ‘endamtiya rêxistinê’ hat nîşan dan.  Her wiha qeydên telefonê û îfadeyên şahidên veşarî bûn hinceta girtinê.   Li aliyekî din di îdianameyê de hinceta girtina Miyeserê jî ‘runiştina bi hevalên wê ya li kafeyê’  hat nîşan dan.   9 siyasetmedar di 26’ê cotmehê de wê derkevin pêşberî dadger.