Runiştina gumanbarê îstîsmara zayendî sibê ye 2017-10-18 09:15:26   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Rêveberê avahiyê C.S. yê ku keça 15 salî ya malbata di avahiyeke Edeneyê de dixebite îstîsmara zayendî lê kir,  doz der barê wî de hatibû vekirin û bi ‘hepsa malê’ hatibû xelatkirin.  Runiştina yekemîn ya dozê sibê tê dîtin. Jinan diyarin kir ku ji bo C.S. cezayê bigire wê şopdarên dozê bin û banga tevlîbûna runiştinê kirin.   Li Edeneyê mêrê bi navê C.S yê ku di avahiyê de rêveber bû zaroka keç a 15 salî ya malbata di avahiyê de ev 20 sale xizmetê dide, îstîsmar kir û li ser gilîkirina malbatê hatibû binçavkirin. Daraza mêr di 26’ê Tîrmehê de C.S bi ‘hepsa malê’ xelat kir û şand avahiya ku bi zarokê re jiya bû. Piştî vê biryarê rêxistinên jinan bertek nîşanê bûyerê dabûn. Runiştina yekemîn a dozê sibê li 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê tê dîtin. Jinan ji bo tevlîbûna dozê bang kir û gotin wê şopdarên dozê bin.   ‘Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku şopdarên dozê bin’   Parêzer Sevîl Araci da zanîn ku ji roja sûcê îstîsmarê derketiye holê heta niha pêvajo şopandiye û destnîşan kir ku ji bo gumanbar ceza bigire çi ji destê wê hatiye kiriye û wiha got: “Gumanbar 15 rojan girtî ma û piştre bi ‘hepsa malê’ hat cezakirin. Ji ber ev runiştina yekemîn e gelek girîng e. Ez bang li hemû hevalên xwe dikim ku dozê bişopînin.”   Ji platforma Jinan a Edeneyê Derya Çîçek jî bi lêv kir ku her roj nûçeyên îstîsmarê dixwînin û bi qanûnên AKP’ê derxistine ji sûcên îstîsmarê re xizmet tê kirin. Deryayê wiha berdewam kir: “Di bin navê ol de jiyanan tarî dikin. zarokan bi tecawîzkarên wan re dizewicînin. Bi qanûnên nû re zarokan mahkum dikin.”   Deryayê di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniyê kir.