Li gorî parêzer Şemsî Daka Ayşegul Terzî 'bê heya' tevgeriyaye! 2017-10-13 12:12:34   STENBOL - Ji bo cezayê ku li Abdullah Çakiroglu yê di otobusê de pihîn li jina bi navê Ayşegul Terzî da bû hat birîn parêzerê wî Şemîsî Dak îtîraz kir. Şemsî di daxwaznameya îtîrazê de ku da Ayşegulê sûcdar kir û got ku divê Abdullah nehata cezakirin.   Ji bo cezayê 3 sal û 10 meh cezayê girtîgehê  ku li Abdullah Çakiroglu yê ku li Çekmekoya Stenbolê di otobusa şaredariyê de pihîn li jina bi navê Ayşegul Terzî da îtîraz hat kirin.  Di daxwaznameya îtîrazê ku ji aliyê parêzerê Abdullah Çakiroglu Şemsî Dak ve ji 40'emîn Dadgeha Cezayê Esîlî  re hat dayîn de hat diyarkirin ku  mafê darizandina adîlane yê Abdullah Çakiroglu ji destê wî hatiye girtin.   Di berdewamiya daxwaznameya ku ji aliyê parêzer Şemsî Dak ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku Ayşegul terzî bê heye tevgeriyayê û hat xwestin ku di dema darizandinê de rewşa tahrîkbûnê li ber çav bê girtin. Herwiha Şemsî diyar kir ku ji ber hişê Abdullah ne li serê wî ye wê neyê girtin û neyê cezakirin.   Hat aşkerakirin ku parêzer Şemsî di serdema hilbijartinên 2014'an de ji navçeya Umraniyeya Stenbolê ji bo ku ji AKP'ê bibe parlementer wekî bernamzet hatiye nîşandan.