Parêzerên jin li dijî qanûnên zîhniyeta mêr banga têkoşînê kirin 2017-10-13 09:27:49 Zulal Koçer STENBOL - Parêzerên jin Derbarê bila Bi Qanûna Xizmetên Nifûsê re di hinek Qanûnan de Guherîn Bê kirin de axivîn û diyar kirin ku êrîşên li dijî jinan heta mudaxalekirina mafê hilbijartinê çûye û banga têkoşînê li hemû jinan kir.   Pêşnûmeya qanûna ku di rojên borî de di komîsyona binî de hat qebûlkirin ji nû ve şandin Komîsyona Karê Hundir û hat qebûlkirin. Tê payîn ku di rojên pêş de biçe Lijneya Giştî ya Meclîsê.   Parêzerên jin der barê pêşnûmeya qanûnê de ji JIN NEWS’ê re axivîn û diyar kirin ku wê li dijî vê yekê têbikoşin.   Parêzer Zuleyha Gulumê got ev demek dirêje li dijî qezencên jinan êrîş heye û wiha got: “Heta îro gelek qanûn li dijî jinê hatin derxistin. Em dibînin ku hinek teşeyên jiyanê li jinan tê ferz dikin. Di van mijaran de carna cemaatên olî, carna miftî, carna diyanet dertê pêş.Em dibînin ku qezencên jinan ji destê wan tên girtin.   ‘Dixwazin jinan bikin bin destên xwe’   Zuleyhayê bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku mafên demokratîk bi tevahî ji holê bên rakirin û dixwazin vê bi OHAL’ê re mayînde bikin û dixwazin jinan bi tevahî bikin bin destên xwe. Zuleyhayê wiha berdewam kir: “Êrîşên li dijî jinan bi taybet ji jiyana taybet dest pê dike.”   Zuleyhayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berê li dijî pêşnûmeyên bi vî rengî jinan têkoşînên mezin dane û got divê îro jî têkoşîn bê dayîn û got di rewşa jin bibin yek de wê ev qanûn nekevin meriyetê.   ‘Desthilatdarî cesaretê dide îstîsmarkaran’   Parêzer Dîren Cevahîr Şenê jî  bi lêv kir ku jinan bi têkoşîna salan ev qezenc bi dest xistine û ev jî êrîşeke cidî ya li dijî mafên wan e û ev tişt anî ziman: “Xala derbarê miftiyan de pêşiya îstîsmara zarokan vedike. Armanca li vir ev e ku îstîsmarkar bên parastin. Em bi awayekî vekirî dibînin ku desthilatdarî vê yekê dike.  Armanc ev e ku cesaretê bidin tecawizkar an.”