ATK’ê got ‘Pisporê çawîş bi qusûr e’, cenderme got ‘ne baldar bû’ 2017-10-12 09:37:30   Safiye Alagaş   AMED - Jina bi navê Pakîze Hazar ku wesayîta zirxî ya Fermandariya Cendermeyan a Licê lê ket û qetil kir, rapora der barê bûyerê de hatibû amadekirin şandin dosya lêpirsînê. Di raporê de li şûna balê bikişînin ku Pisporê Çawîş Sercan Kara di qada li trafîkê girtî wesayîta zirxî bikartîne, cih da îfadeyên ‘Pakîze Hazar nebaldar û bê tedbîr tevgeriyaye’. Rapora ATK’ê jî diyar dike ku Sercan Kara ji sedî 100 bi qusûr e.   Pakîze Hazar a 85 salî di 14’ê Hezîrana 2017’an de li Licê ya Amedê li ber avahiya PTT'ê ya Cadeya Mumînaga di bin wesayîta zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê  ajokarê wesayîta zirxî Pisporê Çawîş Sercan Kara birin qereklê di îfadeyê de serbest hat berdan û piştre der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Fermandariya Cendermeyan a Licê ku Sercan Kara jî girêdayê wê bû, der barê bûyerê de rapora amade kiribûn şandin dosya lêpirsînê. Di raporê de li şûna ku Sercan Kara sûcdar bê dîtin, Pakîze Hazar bi îfadeyên ‘ne baldar û bê tedbîr’ hat sûcdarkirin.   Hat îdia kirin ku Sercan Kaya qusûra wî tuneye û negotin ew rê li trafîkê hatiye girtin. Yanî rapor bi awayekî aşkera Sercan Kara diparêze.   Her wiha Saziya Tipa Edlî jî raporek amade kir û  ajokarê wesayîta Fermandariya Cendermeyan a Licê ji sedî  100 bi qusûr hat dîtin.