Yên bê rêtiyê nabînin, şaredariyan bi faliyetên civakî sûcdar dikin 2017-10-11 09:27:42 WAN - Li Kurdistanê piştî qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin, li hevşaredaran bi îdiaya ‘xerakirina yekitiya dewletê’, ‘endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê’ doz tên vekirin û gelek hevşaredarên jin jî hatin girtin. Tevî hemû êrîşan  desthilatdariyê li tu şaredariyê bê rêtî nedît û niha jî faliyetên çand û civakî yên şardariyê xistin dewrê wek sûc dibînin.    Li Wanê jî ji bo 11 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin û bi taybet jî berê xwe dan hevşaredarên jin.  Qeyûm çawa hatin destkeftiyên jinan hedef girtin û polîtîkayên çewisandinê yên li dijî hevşaredarên jin xistin dewrê.   Hevşaredarên jin yên Payîzava, Qelqelî, Ebaxê hatin tahliyekirin û yên Şax, Ebax û Erdîşê jî li bende tahliyekirinê ne.   'Sera, pirtûkxane, mala çandê, kreş hêmû sûc tên dîtin'   Hevşaredara Payîzava Yildiz Çetîn piştî 6 meh girtina wê şûnde hat tahliyekirin. Di 3’ê Sibatê de qeyûm ji bo şaredariyê hat  tayînkirin û  di 20’ê Adarê de Yildiz hat binçavkirin. 14 rojan di bin çavan de ma û di 4’ê Nîsanê de hat berdan.Li ser îtîraza dozger dîsa di 1’ê Gulanêde hat binçavkirin. Di 2’ê Gulanê de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Çêkirina kreş, sera, pirtûkxane û mala çandê ya di bin bana şaredariyê de jî sûc hatin hesibandin. Yildiz piştî girtina 6 mehan bi rapora kesê zane hat tahliyekirin.   Du sal e îdianameya handanê nehat amadekirin   Îdianameya hevşaredara qelqeliyê Handan Bagci jî ku 18 mehan girtî ma û tahliye bû piştî du salan hat amadekirin. Handan di 1’ê cotmeha 2015’and e hat binçavkirin. Handan 7 mehan li girtîgeha Tîpa T ya Oltu di nav girtiyên edlî de ma. Di encama îtîrazan de şandin girtîgeha Tîpa E ya Erziromê. Di îdianameya der barê wê de hat amadekirin de hat gotin ku delîlên sûc teşkîl bikin tine û heyeta dadgehê jî ev red kir. Handan ku surgunê girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê hat kirin di 5 nîsanêde hat tahliyekirin.   ‘Ancax hilbijêrên min dikarin min darizînin’   Hevşaredara Ebaxê Suna Atabay, parvekirinên wê yên civakî hincet hat nîşandan û di 2’ê Mijdara 2016’an de hat girtin. Suna şandin girtîgeha Tîpa M ya Wanê û piştre surgunê girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hat kirin.  Suna ku ev 8 mehe girtiye, der barê wê de bi îdiayên ‘endama rêxistinê, propagandaya rêxistinê kiriye’ îdianame hat amadekirin.  Suna di 19’ê Tîrmehê de hat tahliyekirin û got ‘ Ez bi îradeya gel hatim hilbijartin. Ancax hilbijêrin min dikarin min bidarizînin.”   Hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn  ji roja hat hilbijartin  der barê jinan de xizmet meşand û welatiyan eleqeyek mezin nîşan dida.  Rojbînê li navçeyê xebatên rê, av û peyarêya, ligel vê yên çandî û civakî jî meşandin. Rojbîn di 24’ê Tebaxa 2015’an de hat girtin.  di encama îdianameya dozgerê ji cemaatê tê darizandin de 14 mehan girtî ma û di 20’ê cotmeha 2016’an de hat tahliyekirin.   Ji bo Dîbayê 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê   Hevşaredara Erdîşê ya Wanê Dîba Keskîn di 14’ê Tîrmeha 2015’an de bi hinceta ‘îlankirina rêveberiyên xweser’ hat girtin û runiştina wê ya biryarê di 13’ê Adarê de hat dîtin.  Dîba û siyasetmedarên girtî bi hevkariya SEGBÎS’ê tevlî dadgehê bû. heyeta dadgehê bi giştî 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Dîbayê.