Helbestên Sarayê yekitiya dewletê asteng kirine 2017-10-10 09:15:32 Safiye Alagaş   AMED- Aktîvîsta TJA’yê Sara Aktaş ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di meha Hezîranê de hat girtin, îdianameya wê hat amadekirin û  pirtûka helbestê ya Sarayê ku ji bo çapê amade bû jî wek delîla sûc hat hesibandin. Dozgeriya ku pirtûk nirxand, ji hevokên helbestê netewperestiya Kurd derxist pêş û ‘Yekitiya Dewleta Komara Tirk asteng kiriye’ îdia kir.   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 14’ê Hezîranê de lig elek bajaran da destpêkirin de  gelek rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK’ê hatin binçavkirin. Di nav de Aktîvîsta TJA’yê  Sara Aktaş jî hebû û îdianameya der barê wê de hat temakirin. Îdianame ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat temakirin û di îdianameyê de ji bo Sarayê bi îdiaya ‘avakirin rêxistinê û rêveberin’ de ji 10 salan heta 15 salan, ji ‘propagandaya rêxistinê’ ji 6 mehan heta du sal û nîva cezayê girtîgehê hat xwenstin.   Der barê rêxistinê de axaftin sûc e!   Dozgeriyê peyamên telefonê yên wekê ‘ez têm’ ‘em kengî hev bibînin’ yên  Sarayê ku bi hevalên xwe re kiriye jî nirxand.  Dozgeriyê îdia kir ku peyamên wê ji bo faliyetên di nav rêxistinê de neyên deşîfrekirin bi şîfre hatiye kişandin.    Dozgeriyê îdia kir ku ragîhandina SMS’ê bi şîfreye û sergirtiye. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku Sarayê bi 9 hevalên xwe re bi tevahî 491 carî hevdîtina telefonê kiriye.   Hat îdia kirin ku şahidê veşarî yê bi navê Cesur Yurek di îfadeya xwe ya 28’ê Adara 2016’an de  wêneyên Sarayê teşîs kiriye û gotiye Sara yek ji kesên girîng yê tevgera jinane û  hema raya giştî vê dizane.  Şahidê veşarî yê bi navê Uzay jî  di îfadeya xwe ya 22’ê Gulanê de  diyar kir ku Sara endama TJA’yê ye.   Her wiha pirtûka helbestê ya Sarayê ku di asta çapê de ye jî wek delîl xistin îdianameyê. Dozgeriya ku pirtûk nirxand, ji hevokên helbestê netewperestiya Kurd derxist pêş û ‘Yekitiya Dewleta Komara Tirk asteng kiriye.’