Rûniştina doza Fîgen Yuksekdag taloq kirin 2017-10-09 12:47:45   MÊRSÎN - Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Mêrsînê hat dîtin taloq kirin.    Rûniştina doza Hevseroka berê ya Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Fîgen, tevlêbûna bi riya SEGBİS'ê red kit û tev li rûniştina dozê nebû. Parêzerê Fîgen parêzer Ali Bozan, diyar kir ku ji ber hefteya borî di bin çavan de bû parastin amade nekir û dem xwest. Heyeta dadgehê jî rûniştina dozê taloqî 4'ê kanûnê kir.