1'emîn rûniştina erîşa nîjadperest dest pê kir 2017-10-06 14:42:33   ENQERE - 1'emîn rûniştina doza derbarê erîşa nîjadperest ya ku li dijî cenazeyê dayika Cîgira Hevserokên Gîştî yên HDP'ê Aysel Tugluk Hatun Tugluk hatibû kirin dest pê kir.   Li dijî Cenazeyê dayika Cîgira Hevserokên Gîştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk Hatun Tugluk erîşa nîjadperest hatibû kirin û derbarê êrîşkaran de doz hatibû vekirin. Rûniştina 1'emîn a doza erîşa nîjadperest li 2'yenmîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Dadgeha Golbaşiya enqere dest pê kir. Hat diyarkirin ku beriya doz dest pê bike avahiya dadgehê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û parlamenterê Enqereyê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî wê wekî şahid bê guhdarkirin.